Çalakvanên Kurd û Swêdî bertek nîşanî qanûna nû dan

Çalakvanên Kurd û Swêdî li dijî pêşnûmeya qanûna nû daxuyaniyek dan û diyar kirin ku pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a faşîst nayê qebûlkirin.

Çalakvanên Kurd û Swêdî li dijî pêşnûmeya qanûna nû ya li Swêdê peyam dan.

 Komek rewşenbîr, siyasetmedar û hunermend li Meydana Myntorget a li hemberî avahiya parlamentoyê li dijî pêşnûmeya nû ya piştî nîvro pêşkêşî parlamentoya Swêdê hat kirin, kom bûn.

Çalakvana siyasî Amîneh Kakabaveh bertekên xwe  bi gotina, "Li parlementoya Swêdê qanûnên Erdogan tên pêkanîn" diyar kir.

Rojnamevan Kurdo Baksî jî bertek nîşanî daxwazên Erdogan da. Baksî got, "Qanûna terorê di 1'ê Hezîranê de dikeve meriyetê. Ji ber vê yekê qanûn îro tê pêkanîn, lê di 1'ê Hezîrana 2023'an de wê were tetbîqkirin. (...) Em bi azadiya çapemeniyê ya li Swêdê serbilind bûn lê ji ber ku hûn dixwazin bibin bajarekî biçûk ê Tirkiyeyê we çavê xwe ji vî tiştî re girt.”

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling jî got "Cihê xemgîniyê ye ku Swêd di warê azadiya çapemenî û îfadeyê de bi paş ve diçe û gefên li ser rojnamevanan zêde bûne û em gefên rejîma Tirk dibînin. Em dibînin ku ew çawa dixwaze mûxalîfên reviyayî bigire." Svennelîg diyar kir ku Erdogan ketiya nav parlementoya Swêdê.

Hunermend Kemal Gorgu jî got, "Roja ku Olof Palme hat kuştin jî heman tişt bû. Dûre hûn ji aliyê MÎT'a Tirk ve hatin xapandin. Her çiqas Palme dostê Kurdan bû jî... Paşê dema ku gelê Kurd di bin faşîzma dewleta Tirk de bû, we êrîşî wan kir.”

Siyasetmedar An Margret Livh got, "Ez dizanim ku Kurd bi heq in. Mesele ne tenê li ser Kurdan e, lê ez dixwazim vê mijarê li ser pirsgirêka Kurd bînim ziman, ji ber ku îro li Tirkiye û Swêdê herî zêde Kurd di bin bandorê de ne. Wê li Swêdê çend Kurd werin dersînorkirin. Ez nizanim. Belê ev ji bo Swêdê şerm e.”