Çalakiyên ji bo Ocalan û grevan li Atîna didome
Li paytexta Yewnanista Atînayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevan çalakiyek hate kirin.
Li paytexta Yewnanista Atînayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevan çalakiyek hate kirin.
Li Qada Monastirakî ya Atînayê stand hate danîn, belavok hatin belavkirin û derdor ji tecrîd û grevan hatin agahdarkirin.
Çalakî bi pêşengtiya PKK, MLKP, MKP, DKP, TKP/ML û SYKP pêk hat. Li standa li qadê hate danîn, flamayên ku wêneyên Oacalan, alên PKK, KCK û HBDH hatin bilindkirin.
Her wiha li qadê ji bo azadiya Ocalan a ku wê ji bo CPT’ê û Konseya Ewropayê bê şandin îmze hatin berhevkirin.
Li gel belavokên tevahî rojê hatin belavkirin, sirûdên şoreşgerî hatin pêkirin û dirûşim hatin qîrkirin.