Çalakiyên 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' wê li gelek deveran bibin

Çalakiya ku Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî bi çarçoweya pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye'' 1'ê Kanûnê dayî destpêkirin di roja 17'an de didome.

Çalakiya ku bi dirûşma, ''Azadî wê bi ser bikeve, ji bo Abdullah Ocalan tevbigere'' di 17'ê Kanûnê de dest pê kirî, didome. Kurdên ku ji Dusseldort, Koln, Bîelefedl, Essen, Duîsbûrg û Bonnê yên Elmanya hatin çalakî dewr girtin.

Koma nû saet 12:00'an bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku çalakî dewr girtine.

Her wiha gelek kesên ku ji gelek bajarên Elmanyaya Başûr û Baselê ya Swîsre hatin jî xwedî li çalakiyê derketin.

Dema daxuyaniyê li ser navê Elmanya FED-MED'ê û YJK-E'yê Şevîn Sîncar û Naîf Alkiş axivîn.

Nûneran bang li CPT'yê û saziyên Ewropayê kirin ku nêzîkatiya xwe ya li bara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biguherin û diyar kirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.