Çalakiyên girseyî yên li dijî dagirkeriyê didomin

Brîtanya di serî de li bajarên mîna Mancehster, Brîghton, Lîverpool, Sheffîeld, Leeds, Cardîf û Londonê li gelek bajaran hemwext bi hezaran kes dagirkeriya li ser Rojava hate protestokirin.

LONDON
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek navendên Brîtanyayê daketin qadan êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Li gorî agahiyên gihiştin Navenda Nûçeyan a ANF’ê li Manchester, Brîghton, Lîverpool, Sheffîeld, Leeds, Cardîf û Londonê çalakî hatin kirin.
Di çalakiyê de li gel Kurdan enternasyonalîst, karker, kesên li dijî şer, aktivîst û gelek sazî cihên xwe girtin.
Di axaftinên hatin kirin de bertekên tund ji bo Erdogan hatin nîşandan. Daxwaz ji hêzên navneteweyî hate kirin ku bikevin tevgerê.
Li Londonê jî Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirker û qirkirinê daketin qadan û çalakiyên girseyî kirin.