Çalakiya standê ya li Selanîkê 4 roj in berdewam e

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê, şerê qirkirinê yê bi çekên kîmyewî yê artêşa AKP-MHP’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi standa ku hat vekirin, hat teşhîrkirin û li dijî qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê, ji bo teşhîrkirina şerê qirkirinê yê bi çekên kîmyewî yê dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berhevkirina îmzeyan li dijî qedexeya li ser PKK’ê, 4 roj in ku çalakiya standê tê lidarxistin.

Çalakiya standê ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çandê ya Kurd tê lidarxistin wê sibehê bi dawî bibe. Di roja sisêyan a çalakiyê de li dijî şerê qirkirinê li qada Kamarayê, bi belavkirina danezanan xelk hat agahdarkirin û îmze hatin berhevkirin.