Li Lozanê çalakiya standê berdewam dike

Çalakiya standê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 7 meh in dewam dike, bi komkirina îmzeyan a li dijî qedexeya PKK’ê û agahiyên ji raya giştî yên li ser êrîşên li ser Kurdistanê didome.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) her roja Çarşemê li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiya standê tê lidarxistin. Çalakî vê hefteyê jî bi xebatên xwe dewam dike.

Navenda Civaka Kurd (CDK) û endamên Meclîsa Jinên Lajîn ji 25’ê Mijdara 2021’an ve ji bo PKK ji lîsteyên qedexe were derxistin îmzeyan kom dikin û di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk teşhîr dikin.

Têkildarî çalakiya standê endamê CDK’ê Ozey Guney ji ANF’ê re axivî û got ku bi çalakiya standê 7 meh in raya giştî ya Swîsreyê agahdardar dikin.