Çalakiya standê ya li Lozanê bi pîr alî berdewam e

Standa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24’ê Mijdara 2021’an li Lozanê hat danîn, bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike.

Standa Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat danîn, ket hefteya 26’emîn. Li standa ji 24’ê Mijdarê 2021’an ve her roja Çarşemiyê li qada St Laûrentê dihê danîn pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihên belavkirin û behsa paradîgmaya azadiyê ji kesên li Swîsreyê dijîn re dihê kirin.

Her wiha di çarçoveya kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî, îmze dihên komkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sitki Demîr ji ANF’ê re axivî. Demîr diyar ku ew li çalakiya standê bi pir alî dewam dikin û got: “Di pêvajoya çalakiya standê ya ku me ji bo xwedî derketina li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye‘ daye destpê kirin de, em paradigmaya azadiyê ya ku Rêbertiya me nivîsandiye li Swîsreyiyan belav dikin. Em ji civaka Swîsreyê re ta bi derzî ve dikin ku divê çima Rêberê gelê Kurd Abdullah azad bibe.’’

Demîr anî ziman ku ew li kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî jî di heman çarçoveyê de dewam dikin û wiha dawî kir: “Em li teşhîrkirina konsepta dermirovî ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi çalakiya standê dewam dikin.’’