Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di hefteya 4’an de qediya

Çalakiya rûnişinê ya li Strasboûrgê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê piştî 4 hefteyan dawî bû. TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de, dijî tecrîd û dagirkeriyê got: “Em ê her derê bikin qada çalakiyan."

Çalakiya Rûniştinê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê 12’ê Gulanê li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin. Di çalakiyê de ku bi desteka 78 saziyên demokratîk, çep û sosyalîst ên Kurdistan û Tirkiyeyê ku 4 heftebûn dom dikir, êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, sûcên der mirovî yên li hemberî Kurdan û dîsa tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya Ewropayê hate protestokirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) di çarçoveya pêngava ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Metîn û Zap e; Dem dema azadiyê ye’ de hatibû destpêkirin. Çalakî bi tevlîbûna siyasetmedarên Kurd ji saziyên baweriyê CÎK, FEDA, Koordînasyona Êzidiyên Ewropa, aktivîstên TJK-E’yê, komên girêdayî meclîsên gel ên KCDK-E yên Swîsre, Elmanya û Fransayê dewam kir.

Di çalakiya 4 hefete dom kirin de, panelên bi sernavên cuda hatin dayîn, bal kişandin ser sûcên der mirovî yên li ser Kurdan û baweriyên cihê yên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha di çalakiyê de di serî de Şehîdên Meha Gulanê û hemû gerîlayên şehîd hatin bibîranîn. Dîsa dosyayên li ser tecrîd û êrîşên qirker û dagirkeriyê yên ji aliyê KCDK-E’yê ve hatibûn amadekirinpêşkêşî nûnerên herdemî yên welatên endamên KE’yê kirin. Her wiha 2’yê Hezîranê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê ya li pêşiya KE’yê meşek girseyî hate kirin.

Li qada çalakî lê heman demê çalakiya domdirêj a ‘Nobeda Azadiyê’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî heye. Di çalakiyê de bal kişand ser vê çalakiyê û dîsa berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîd û qetlîaman. Hate gotin ku wê gelê Kurd tim li kolanan bin.

Çalakiya rûniştinê duh bi daxuyaniya çapemeniyê dawî bûbû. Li ser navê TJK-E’yê pelda Jîndar daxuyanî da û ev gotibû: “Em jinên Kurd û topyekûn gelê Kurd me êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û dîsa dagirkeriya li ser xaka me û tecrîda li ser Rêbertiya me protesto kir. Em bang li welatên Ewropa dikin û dibêjin; nebin hevkarên sûcên mirovahiyê.”