Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê didome

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî dom kir.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a her roja Çarşemê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, dewam e.

Kurdistaniyên li Basel û Lûzernê hatine çalakiya vê hefteyê dewir girtin. Kurdistanî di saetên sibê de li konê berxwedanê ya li pêşiya NY’yê hate danîn kom bûn.

Li vir di şexsê Endamê Konseye Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, deqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê girseyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî.

Saglam diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê li qadan bin û xwedî li berxwedanê derkevin. Saglam got: “Di şexsê Şehîd Sînan Dersim de em ê xwedî li mîrasên wan derkevin û têkoşînê bigihînin serketinê.”

Nûnerê Federasyona Karkerên Koçber ên Ewropa (Aveg-Kon) Alî Orak jî axivî û destnîşan kir ku daxwazên azadiya ji bo Ocalan sînor derbas kiriye û got: “Birêz Abdullah Ocalan îro li hemû cîhanê ji bo gelan bûye bi raman û pradîgmaya xwe bûye mînak. Divê her kes xwedî li daxwazên gelê Kurd a azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakiya Kurdistaniyan dom kir.c