Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY kete meha 10’an

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne; dema dema azadiyê ye’ de kete meha 10’an.

Gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî kom dibin û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Armanca vê çalakiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Çalakiya vê hefteyê di şexsê fermandara pêşeng a YJA Starê Şîlan Goyî (Taybet Bîlen) de bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Cenevreyê Salîh Saglam derbarê girêdayîbûna şehîdan axivî û got “Ji bo azadiya Rêbertiya me ya ku 22 sal in di bin tecrîdê de ye, me ji 25’ê Çileyê û vir ve dest bi çalakiya rûniştinê kirine.  Çalakiya me 9 meh li pey xwe hişt. Em li ku derê bin jî ji bo azadiya Rêbertiya me, em ê xeta berxwedanê ya gerîlayan û paradîgmaya Rêbertî ji xwe re bikin esas û pêngava ‘Dem dema azadiyê ‘ bigihînin serfiraziyê.”

Saglam diyar kir ku li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna gazên kîmyewî û jehrî, wê vê hefteyê li gelek navendan çalakî werin lidarxistin û banga tevlêbûna çalakiyan kir.

Saglam got “Di qada navneteweyî de bikaranîna gaza kîmyewî û jehrî hatiye qedexekirin,  lê dewleta Tirk li gorî vê qedexeyê tevnagere û li pêş çavê dinyayê bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan dike. Ji bo çalakiyên li hemberî bikaranîna gaza kîmyewî em banga tevlêbûnê dikin.”

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

29’ê Cotmehê

Zurîh, pêşiya konsolosxaneya Tirk saet 14.00

Lûzern, Vogelîgarta, saet 18.00

Cenevre, pêşiya postexaneya Montblancê, saet 18.00

30’ê Cotmehê

Solothûrn, Kreûzackerplatz, saet 14.00

St Gallen, Kornhaûsplatz, saet 15.00