Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY didome

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê kirin.

Çalakiya rûniştinê bi rêzgirtina di şexsê fermandarê HPG’ê Ûlaş Dêrsim (Ûlaş Dogan) de yê ku di 9’ê Hezîrana 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de şehîd bûbû, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Cenevreyê (CDK) Salih Saglam derbarê têkoşîna Ûlaş Dêrsim de axivî. Saglam got “Di şexsê Ûlaş Dêrsim de em ê alaya têkoşînê ya ku qehremanên di têkoşîna jiyana xwe ji dest dane teslîmî me kirine, em ê xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derbikevin.

Îro li hemberî êrişên li ser gelê Kurd, li hemberî êrişên li ser Rêbertî, Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên ji her alî yên li ser nirxên gelê Kurd, em ê jî her derê bikin çepera berxwedanê. Li hemberi piştgiriya ku dewletên Ewropayê didin dagirkeriyê û helwesta dijminane ya rêveberiya PDK’ê em ê xwedî li xeta berxwedana Rêbertî û ya gerîlayan derkevin.”

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ji 25’ê Çileyê û vir ve didome.