Çalakiya rûniştinê ya li Marsîlyayê didome

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpêkirin di roja 2’emîn de ye.

Duh li bajara Marsîlya ya Fransayê 51 Kurdistaniyê ji Marsîlya, Dragûîgnan, Montpellîer, Toûloûse û Marîgnanê bi daxuyaniyekê çalakiya nobedê dabûn destpêkirin, çalakî didome.

Çalakî îro vê sibê di saet 10:00’an de li Meydana Vîeûx Portê stant vekir û bi vedana konê ve destpêkir.

Di çalakiyê de çalakvanên TCŞ’ê danezan belavkirin û Meclîsa Jin a Arîn Mîrkan jî îmze komkir.

Di çalakiyê de her wiha danezan hatin xwendin û marş hatin guhdarkirin, danasîna “Pirtûkxaneya Rêbertî” hat kirin û pirtûk hatin belavkirin.