Çalakiya rûniştinê ya li hemberî bêdengiya NY didome

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî di 25’ê Çileyê de çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakî hê jî didome.

Gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li Cenevreyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê dikin.

Di çalakiyê de êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîş û qetlîama dewleta Tirk a ku li dijî Kurdistanê dike û bêdengiya NY ya li hemberî êrîşan tê protestokirin.

Di çalakiya vê hefteyê de berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê hate silavkirin û gerîlayên şehîd hatin bibîranîn.

Hevserokê CDK-Cenevreyê Salîh Saglam di çalakiyê de axivî û got “Artêşa Tirk a dagirker çawa ku li Garê li hemberî gerîlayan têk çû wê îro jî li hemberî berxwedana gerîlayan têk biçe. “

Saglam diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng dimîne û got “Em ê li hemberî bêdengiya NY li her derê xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin û têkoşîna gelê Kurd bidin qîrkirin. Bi têkoşîna gelê Kurd wê Rêbertiya me û Kurdistan azad bibe.”

Piştî axaftinan çalakgeran slogan berz kirin û çalakî domandin.