Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê ya li Strasboûrgê di roja 2’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) ya li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê daye destpêkirin di roja 2’an de didome.

Çalakiya rûniştinê ya 12’ê Gulanê bi sirûda ‘Li dijî dagirkirin û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Meîna; Dem dema azadiyê ye’ hatibû destpêkirin di roja duyemîn de ji aliyê koma çepgir ve hate ziyaretkirin.

Aktivîsên Cîhaneke Lêbijîn (Yaşanacak Dünya) ku nava rojê serdan kir axivîn. Aktivîstan diyar kir ku êrîşa 24’ê Nîsanê ya dewleta Tirk a li ser herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, tê wateya qirkirina gelê Kurd.

Cîhana Lêbijîn ev tişt got: “Ev êrîş ne tenê li dijî azadiya gelê Kurd e. Ev êrîş êrîşeke tinekirina gelekê ye. Li hemberî vê êrîşên bi destê welatên emperyalîst, hevkarê wê dewleta Tirk û PDK’ê tê kirin, bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li gelê Kurd derkevin. Her der Zap, Avaşîn, Metîna ye.”

Çalakiya li Strasboûrg li qada ‘Nobeda Azadiyê’ ya ji Hezîrana 2012’an û vir ve tê kirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kiribû.