Çalakiya nobetê ya li ber NY didome: Em ê Rêberê xwe azad bikin

Çalakiya Kurdistaniyan ya xwedîderketina li pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya li ber NY’ê didome. Di çalakiyê de peyama “Em ê Rêberê xwe azad bikin” hate dayîn.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 25'ê Çileyê de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn destpêkirin, dewam dike.

Kurdistanî her roja Çarşemê li derdora konê berxwedanê yê ku li ber NY vekiriye, çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Tevî hewaya sar û baranê jî Kurdistanî ji bo ku daxwazên xwe bînin ziman û erk û berpirsyariyên NY’ê bi bîr bixin di destê sibê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan.

Çalakiya ku vê hefteyê hat lidarxistin, di şexsê şoreşgerê Kurd Anter Dêrsim (Kazim Ergun) ê ku di 11’ê Mijdarê de li Rojava di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û Mehmet Doymaz ê PKK'yî yê di 28'ê Mijdarê de li bajarê Lûzern ê Swîsreyê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da û ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

'EM Ê JI HESRETA ŞEHÎDÊN XWE RE BIBIN BERSIV'

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam bi bîranîna Anter Dêrsim û Mehmet Doymaz dest bi axaftina xwe kir û got, "PKK partiya şehîdan e. Em ji xwedîderketina têkoşîna şehîdên xwe berpirsyar in. Em ê bi gihandina pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye, Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye’ bi serkeftinê ku hesretê şehîdên me ne, bibin bersiv.”

'BERXWEDANA GERÎLA WÊ BI SER BIKEVE'

Saglam axaftina xwe wiha domand:

"Îro NY li hemberî êşkenceya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, êrîşên qirkirinê yên bi çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bêdeng e. Em ê hevkariya NY'ê ya di van êrîşan de qebûl nekin. Em ê li her cihê ku lê bin, xwedî li bîranînên şehîdên derkevin û daxwazên xwe biqîrin. Bila gumana kesî nebe; berxwedana gerîla wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser bikeve, em ê Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin, soza me ya ji bo şehîdên me ev e."

Piştî banga tevlîbûna çalakiya pîrozbahiya navendî ya di çarçoveya 43’emîn salvegera damezrandina PKK'ê de ku wê 4'ê Kanûnê li Lûzernê bê lidarxistin, Kurdistaniyan çalakiya xwe ya rûniştinê domand.