Çalakiya nobeda li Atînayê di roja 5’an de ye

Çalakiya nobedê ya li dijî tecrîdê û bal kişandina ser grevên birçîbûnê ya li paytexta Yewnanistan Atînayê hatibû destpêkirin di roja 5’an de ye.

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser grevên biçîbûnê li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiyeke ya nobedê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya 5’an de dewam e.

Di çarçoveya çalakiya rêxistinên Kurd û çepên Tirk tevlîbûne de, li qadê konek hate vedan. Li kon wêneyeke mezin ê Ocalan û alên PKK-KCDK-E, HBDH û HPG’ê hatin hildan. Her wiha pankarteke ku wêneyên çalakvanên grevên birçîbûnê li xwe digre jî hatiye hildan. Li qada çalakiyê belavokên bi zimanên Yewanî û Îngilîzî hatin belavkirin.

Çalakî her rojê saet navbera 12:00-19:00’an li heman qadê pêk tê. Cihê çalakî tê kirin pêşiya Parlementoya Yewnanistanê ye.

Çalakvanên li qadê çalakî dan gotin: “Heta tecrîd bi dawî bibe, daxwazên çalakvanan pêk werin wê çalakiyên wan mezin bibin û bidomin.”