Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Munsterê dewam dike

Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîranê wê deh salan li pey xwe bihêle, vê hefteyê bi endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munsterê dewam dike.

'Nobeda Azadî ji Rêber Apo re' ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate destpêkirin, di 25'ê Hezîranê de deh salan li pey xwe dihêle. Çalakiya ku her hefte ji aliyê komeke ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin, çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye.

Nobedarên hefteya 520'an jî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Munster ê Elmanyayê ye.

Kom ji hunermend Yilmaz Tekîn, Rêber Zan, Velî Dede û Celal Riha pêk tê.

Hunermend Yilmaz Tekîn bi navê komê axivî û bal kişand ser komploya navneteweyî ku di Sibata 1999'an de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin. Yilmaz Tekîn got, "Rêberê me bi komployekê radestî dewleta Tirk hate kirin. Her wiha di nava tecrîdeke giran de tê hiştin."

Yilmaz Tekîn ragihand ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Hêviya me ew e ku Rêber Apo di demeke kurt de azad bibe." Tekîn bi dewamî got, "Rêber Apo kesekî azad e, lê belê azadiya wî ya fîzîkî ji bo me girîng e. Bi milyonan kes didin pey fikirên wî."

Yilmaz Tekîn got, "Fikir û paradîgmaya Rêber Apo ji bo emperyalîstan xetere ye. Ne tenê Kurd, gelên bindest didin pey paradîgmaya Rêberê me. Ji ber vê yekê dewlet hemû li hemberî tecrîd û dîlgirtina Rêberê me bêdeng dimînin."

Yilmaz Tekîn destnîşan kir ku gelê Kurd tecrîd û dîlgirtina Rêberê xwe ti carî qebûl nake.