'Çalakiya me nîşaneya têkoşîna me ya azadiyê ye'

Koma nû ya çalakiya 'Nobeda Azadiyê' diyar kir ku çalakiya nobedê kurtasiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê misoger bibe.

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 505'an de dewam dike.

Di hefteya nû ya çalakiyê de endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bodensee û Ûlmê dest bi nobedê kirin.

Ahmet Baytar, Mûstafa Polat û Alî Donmez di nava koma nû de cih digirin.

Ahmet Baytar bi navê komê axivî û got, "Dewletên ku hevkarê dîlgirtin û tecrîda Rêberê me ne, vê hevkariya xwe ya li dijî gelê Kurd her roj nîşan didin." Ahmet Baytar bal kişand ser girîngiya çalakiya nobedê ku 10 sal in dewam dike.

Çalakger Ahmet Baytar destnîşan kir ku çalakiya nobedê ya ku 505 hefte ne bi biryardarî dewam dike, nîşaneya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e û got, Kurd wê li her derê ji bo Rêbertî û azadiya xwe têbikoşin.