Çalakiya bi dirûşemya “Wê azadî bi serbikeve, ji bo Abdullah Ocalan bikeve dewrê“ bi eleqeyek mezin dimdome û komek ji 50 kesî ji bo çalakiyê dewr bigrin ji Marsîlyayê gihiştin qadê û wê çalakiyê bi daxuyaniyekê dewr bigrin.
Li ser navê komê Cevat Guneş û Esma Arya axivin.
Cevat Guneş anî ziman ku ligel hemû bertekan jî CPT bêdengiya xwe diparêze û li dijî vî li her cihê çalakî belav bibe. Guneş destnîşan kir ku divê Ewropa û saziyên berpirsyar bi lezgîn şandeyekê bişînin Îmraliyê û got, wê çalakiya berdewam bikin.
PLANSAZIYA ÇALAKIYÊ
*Di 16’ê Kanûnê de roja pêncşemê wê koma aktivîstên enternasyonalîst û koma têkel a ku xabatên dîplomatîk birêve dibin çalakiyê dewr bigirin.
* Di 17’ê Kanûnê de Kurdistaniyê li Dusseldorf û Kolnê dijî wê çalakiyê dewr bigrin.