Çalakiya li pêşiya NY di meha 8’an de didome

Gelê Kurd çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî di meha 8’an de didomînin.

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî di meha 8’an de didome. Gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li dora konê berxwedanê kom dibin û çalakiyê didomînin.

Di çalakiyê de bal kişandin ser berxwedana zindanan a girtiyan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Di çalakiyê de belavok û pirtûkokên ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih digirin jî tên belavkirin. Endamên Înisiyatîfa Azadî ji Ocalan re jî agahdariyê dikin.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan Salîh Saglam axivî. Saglam bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Li hemberî tecrîda li ser Rêbertiya me û li hemberî êrişên dagirker ên li hemberî Kurdistanê em perspektîfa berxwedanê ya Rêbertî û gerîlayan ji xwe re dikin esas û em ê têkoşînê geş bikin.”

Saglam li ser navê Kurdistaniyan ji ANF’ê re axivî û got “NY di serî de me bi nivîskî û rûbirû daxwazên xwe ragihandin ji rêxistinên mafên mirovan, Bijîşkên Sînornenas û saziyên medyayê yên herêmî û global re.

Di heman demê de ji bo zelalkirina fikarên li ser tendirustiya Rêberê Gelê Kurd jî em bi Bijîşkên Sînornenas û saziyên mafên mirovan jî rûniştin.

57 xalên di nav daxwazên me de bûn li Parlementoya Cenevreyê hate qebûlkirin. Ji bo ku daxwazên me li Parlementoya Federal a Swîsreyê û li Neteweyên Yekbûyî were qebûlkirin, em ê xebatên xwe piralî didomînin. Li ser vî esasî hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî, parlementer û saziyên çapemeniyê re didome.”