Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî salek li pey xwe hişt

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne; dema dema azadiyê ye’ de salek li pey xwe hişt.

Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û heta niha her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya îro bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser gelê Kurd bi dirûşmeyan hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevre (CDK) Salîh Saglam axivî. Saglam anî ziman ku di serî de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên li dijî daxwazên gelên Kurd nayê qebûlkirin.

Saglam, bal kişand li ser kampanaya ji bo PKK ji ‘listeya terorê‘ bê derxistin û got: “ PKK ku bi paradîgmaya Rêbertiya me ava bûye, ji bo gelên cîhanê bûye hêvî. Li dijî hêzên ku naxwazin rastiya tevgereke ewqas bi jin, xweza û jiyanê ve girêdayî bibînin, em ê ji wan re vebêjin bê çima divê Rêbertiya me azad bibe û PKK ji lîsteya terorê derkeve, li kûderê dibe bila bibe em ê li her cihê vê yekê bînin ziman.“

Piştî axaftinan Kurdan dest bi çalakiya rûniştinê kir.