Çalakiya li dijî tecrîdê ya li pêşiya Parlementoya Ewropayê didome

Li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê li hemberî tecrîda li ser Ocalan çalakiya girseyî hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya çaran de didome.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ev çalakî di roja 120’an de jî didome. Ji 25’ê Adarê û vir ve jî çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê li qada ku di navbera Parlementoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT’ê de tê kirin.

KCDK-E û TJK-E pêşengiyê ji çalakiyên girseyî re dikin û çalakiya ku sê hefte ne li pêşiya Konseya Ewropayê ye, li pêşiya Parlementoya Ewropayê hate destpêkirin.

Çalakî di hefteyekê de pênc rojan didome û ji gelek welatên Ewropayê Kurd beşdar dibin.

Di anonsan de bal tê kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku  bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin.

Li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê Helene Dêrsim diyar kir ku wê şikandina tecrîdê pêşiya aştî û demokrasiyê veke.

Dêrsim diyar kir ku heta tecrîd were şikandin wê çalakiyên xwe bidomînin û banga tevlêbûnê kir.

Çalakiya rûniştinê roja Înê wê bi dawî bibe û wê roja Duşemê dîsa were destpêkirin.