Çalakiya li ber OPCW’ê berdewam dike

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ya li ber avahiya OPCW’ê berdewam dike.

Kurdistanî û dostên wan ji bo ku balê bikişînin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî, bi armanca şermezarkirina bêdengiya OPCW‘ê, li bajarê Den Haag ê Holandayê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyên xwe yên protestoyê dewam dikin.

Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên OPCW’ê ya li hemberî bikaranîna gaza jehrî ya dewleta Tirk dan û gotin: “Ev tê wateya hevkariyê. Bi vê bêdengiya mayînde, saziya OPCW‘ê li ber çavên Kurdan baweriya xwe winda kir.”

Çalakgeran diyar kirin ku ew ê heta dawiya mehê çalakiya xwe bidomînin.

Piştîaxaftinan çalakgeran belavoka ku amade kiribûn belav kirin.