Çalakiya li ber OPCW’ê berdewam dike
Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ya li ber avahiya OPCW’ê berdewam dike. Şandeyek ji çalakgeran xwest raporê pêşkêşî OPCW’ê bike lê belê şande nehat qebûlkirin.
Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ya li ber avahiya OPCW’ê berdewam dike. Şandeyek ji çalakgeran xwest raporê pêşkêşî OPCW’ê bike lê belê şande nehat qebûlkirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo ku balê bikişînin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî, bi armanca şermezarkirina bêdengiya OPCWê, li bajarê Den Haag ê Holandayê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyên xwe yên protestoyê dewam dikin.
Di çalakiyê de bê hestiyar bûna OPCW’ê û qebûl nekirina heyeta ku dixwest raporê pêşkêş bike, hat şermezar kirin.
Çalakgeran gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiya nobetê ya ku her hefteyê roja Sêşem û Pêncşemê dewam dike bibin û çalakiyê mezin bikin.”