Çalakiya Kurdistaniyan a li Cenevre didome

Çalakiya Kurdistaniyan a bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a her hefte li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir.

Çalakiya Kurdistaniyan a 25’ê Çileya 2021’ê ya di çarçoveya pêngava ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li pêşiya NY’yê her Çarşem lidar dixe, dewam dike.

Kurdistaniyên ku saetên sibê li konê ku vedayîn hatin ba hev, di şexsê gerîlayên ku di êrîşên dagirkeriya Tirk a li Zap, Avaşîn û Metîna de şehîd bûne, deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de Wezîrê Kerê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû yên di heman saetan de ji bo mijara Qibrisê li Cenevreyê bû, welatiyan bi pişta xwe dana NY’yê bi dirûşman Çavûşoglû protesto kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê Salih Saglam li vir axivî û got: “Berxewdana me ya li dijî êrîşên qirkirina gelê Kurd û li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Heta azadiya Rêber Apo û gihiştina encamê em ê li qadan bin.”