Çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên kîmyewî sê roj in berdewam e

Çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên kîmyewî li Qibrisê, sê roj in berdewam e.

Çalakiya konvedanê ku ji bo balê bikêşin bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Rojava de hat lidarxistin, sê roj in berdewam e.

Kon bi du rojan li bajarê Lîmasol ê Kibrisê hat vedan, îro jî ji bo balê bikêşin bi ser êrîşan de li bajarê Larnacayê kon hat vedan.

Li ber konê hat vedan, ji bo kişandina balê bi ser êrîşan de cilên spî yên xweparastina ji çekên kîmyewî hatin lixwekirin, pankart û poster hatin hildan.

Çalakiya konvedanê gelek bala xelkê kişand. Ji bo derxistina PKK’ê ji nav “lîsteya terorê“ bi sedan îmze hatin berhevkirin. Siyasetmedarê Kurd Kamîl Akalin da zanîn ku çalakî wê berdewam bin, di serî de Lefkoşa wê li bajarên din ê Qibrisê jî çalakî bên lidarxistin.