Çalakiya kon a li Kolnê bi mîtîngekê qediya

Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14’ê Nîsanê hatibû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya kon a Federasyona Med û YJK-E NRW’ê lidar xistî û AGÎF’ê jî destek dayê ku li Katedrala Domê pêk hatibû îro bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakî bi tevlîbûna gelek hunermendan saet navbera 15:00-19:00’an dewam kir. Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan jî axivî.

Çalakiya bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji Dortmûnd, Essen, Krefeld, Bon û Kolnê dijîn hunermend Zahir Loran, Serhet Med, Ayzon û Ekrem derketin ser dikê. Di çalakiyê de bê navber dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî’ hate qîrkirin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan jî axivî û got: “Ji ber ku Abdullah Ocalan lîdereke ku alternatîfan pêşkêş dike, li dijî wî radibin. Abdullah Ocalan li dijî şertên giran tên tecrîdê di serî de ji bo hemû civakî ku zoriyên têkoşînê dijîn, li ber xwe dide. Ji bo mirovahiya pêşverû li ber xwe dide. Ji bo bidawîbûna kaosên Rojhilata Navîn li ber xwe dide.

Botan destnîşan kir ku eger gelê Kurdistanê azad bibe, wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bibin û got: “Ji ber ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e.”

Botan ê bang li siyaset û civaka Elmanya jî kir, gelê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kir, hikûmeta Tirk destek da DAÎŞ2ê ji bo wê ye ku divê dewleta Elmanya desteka xwe ya dide hikûmeta Tirk vekişîne.