Çalakiya kon a li Bîelefeldê bi meş û mîtîngê bi dawî bû

Çalakiya kon a 3 rojî li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî hatî lidarxistin, îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî didomin.

Çalakiya kon a 3 rojî li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê hatî lidarxistin, îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa ku saet 15:00’an ji Jahnplatz Ûhrtûrmê destpê kirî, li ber HBF Bîelefeldê bi dawî bû.

Di çalakiya Kurdistanî û dostên wan ji Munster û Bîelefeldê tevlî bûyîn de, axaftvanan diyar kirin ku hetanî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê tê, wê têkoşîn bi dome.

Axaftvanan bal kişandin li ser piştevaniya enternasyonal, piştre li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di tevahiya çalakiyê de îmze komkirin ku ji bo bişînin ji Neteweyên Yekbûyî re.