Çalakiya kon a li Bîelefeld didome

Çalakiya kon a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîdê li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatibûn destpêkirin didomin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi desteka TEKO-JIN, SMJÊ û CÎK’ê saet 15:00’an bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên hatin kirin de banga tevlîbûnê ji bo çalakiya ku wê sibe bê lidarxistin, kirin.

Di çalakiyê de ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Bê navber di nava dirûşman de strana Hunermend Arama Tîgran a ‘Rêber Apo’ hate strandin.

Piştî nameyên ji ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bi erka xwe rabe hatin îmzekirin û şûnde banga tevlîbûna çalakî û mîtînga sibe hate kirin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.