Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja 16’an de ye

Çalakiya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî di roja 16’an de li Strasboûrgê didome.

Însiyatîfa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî 1’ê Kanûnê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de li Strasboûrgê çalakiyek da destpêkirin. Çalakî 16 roj li pey xwe hişt.

Îro danê sibehê çalakvanên enternasyonalîst û komek ji kesên ku xebatên dîplomatîk bi rê ve dibin gihîştin qada çalakiya ku bi dirûşmeya “Wê Azadî bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve tevgerê” hatî lidarxistin.

Şoreşgerên enternasyonalîst ên bi çalakiyên xwe yên li gelek navendên Ewropayê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û komeke ji 30 kesên ku xebatên dîplomatîk bi rê ve dibin, saet di 12:00’an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku çalakiya “Wê azadî bi ser bikeve; ji Abdullah Ocalan re azadî” dewr girtine.

Li ser navê şoreşgerên enternasyonalîst Erîc Brommer û Asmîn Engîn daxuyanî dan.

Asmîn Engîn destpêkê axivî û got, "Tirkiye roj bi roj tê paşxistin. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin."

'PKK GAVÊN PIR SERKEFTÎ AVÊTIN'

Erîc Brommer jî bal kişande ser armanca hatina xwe ya çalakiyê û wiha pêde çû: “Îro weke enternasyonalîst em hatin pêşiya sazî û rêxistinên Ewropayê. Em ji bo azadiya Ocalan li vir kom bûn. Weke ku tê zanîn, mafên mirovan ên ku sazî û rêxistinên Ewropî li ser wan ava bûne, tenê ji bo kesên Ewropî derbasdar in. Ji ber vê yekê ez weke enternasyonalîstekî Elman hatim vir û tevlî çalakiyê dibim.

Dema dewleta Tirk di sala 1999’an de Rêber Apo dîl girt, fikirîn ku mirovekî asayî dîl hatiye girtin, lê nizanin ku di şexsê Rêber Apo de berxwedaneke mezin derketiye pêş. Îro em li dijî faşîzmê li vir kom bûne.

Dema ku Tevgera Azadî di sala 1993’an de agirbest îlan kir, xwest pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike. Hîn jî wisa nêzîk dibe. Dîsa di vê serdemê de PKK gavên erênî yên pir serkeftî avêtin. Li ser vê yekê dewletê bi êrîşan bersiv da.

Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çek û desteka dewleta Elman pêk hatin. Dewleta Tirk ne tenê qirkirin an jî tenê qirkirin li ser gelan pêk anî; gelek qirkirin pêk anî.

Niha serdemeke wisa ye ku divê her kes aliyê xwe bibijêre û pêwîst e aliyê mafdaran û rastiyê bigire. Divê li kêleka demokrasî, azadî, divê bi PKK’ê re bin. Ji ber vê em dibêjin, ji Rêber Apo re azadî!

Têkoşîna çekdarî ya PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê di demeke pir kin de hate jibîrkirin. Em baş dizanin ku wek enternasyonalîst çûn û beşdarî şerê Rojava bûn û li dijî DAÎŞ’ê roleke girîng lîstin.

Li gel van hemû berxwedaniyê jî hiştina PKK'ê di 'lîsteya terorê' ya ji aliyê Konseya Ewropayê diyariyek ji bo Tirkiyeyê ye.

Niha dem hatiye PKK'ê ji lîsteya terorê ya Ewropayê derkeve. Di heman demê de ji lîsteya terorê ya Almanyayê jî were derxistin.”

Li gorî plansaziya çalakiya “Azadî wê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan Bikeve Tevgerê”, tê payîn ku Kurdistaniyên li derdora Dusseldorf û Kolnê ya Elmanyayê dijîn tevlî çalakiya di 17’ê Kanûnê de bibin.