Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Çalakiya îradeyê ya 10 salan: Nobeta Azadiyê

'Nobeta Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li pêşiya Konseya Ewropayê destpê kir, 10 sal li pey xwe hişt. Kedkarên çalakiya nobetê Helene Dersim û Rojda Emekçî li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an bi komploya hêzên navneteweyî li Kenyayê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin, ji hingî ve li girava Îmraliyê girtî ye. Rejîma êşkence û tecrîdê ku jê re 'Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê' tê gotin, ji destpêka salên 2010'an û pê ve bi destê desthilatdariya AKP'ê hate girankirin.

Rejîma AKP'ê ku piştî hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011'an desthilatdariya xwe xurt kir, di nîvê duyemîn ê salê de konsepta girankirina tecrîda li Îmraliyê xiste rojeva xwe. Bi şerê ku ji nû ve li Kurdistanê hate girankirin, Erdogan û tîma wî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve çûyîna parêzeran a li Îmraliyê bi temamî asteng kir.

Piştî ku têkilî bi Rêberê Gelê Kurd re hate qutkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd biryar da ku li qada dîplomasî û dîasporayê ji bo şikandina rejîma tecrîdê çalakiyan lidar bixe. Destpêkê ji bo bang li Konseya Ewropa, CPT, Parlamenta ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê, li Strasbourgê greva birçîbûnê ya 5 rojan carekê bi dorvegerî hate destpêkirin.

Piştî demeke kurt a ji vê greva birçîbûnê, ku ji welatên cuda yên Ewropayê 350 Kurdistanî tevlî bûbûn, vê carê siyasetmedar, parêzer û rojnamevan jî di nav de endamên 'Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 1'ê Adara 2012'an de li pêşiya Dêra St. Maûrîce ya li bajarê Strasbourgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin. Fûat Kav, Ahmet Çelîk, Mecbûre Ozer, Tarik Yûsûfî, Îmam Yildiz, Gulistan Hesen, Harûn Yilmaz, Kerîm Sîvrî, Emîne Benek, Nîgar Eneyatî, Erol Polat, Hasan Acar, Ahmet Kiliç, Oner Ûlûdag û Gonul Kaya tevlî vê berxwedanê bûn. Piştî 30 rojên destpêkê yên vê berxwedanê rayedarên Ewropî soz dan ku wê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn.

Piştre jî li ser banga Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Serokê Parlamenta Ewropayê û KCK'ê, 15 çalakeran di roja 52'an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku dawî li grevê anîne. Di dema çalakiyê de ji welatên cuda yên Ewropayê gelek kesayet, parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniyên piştevaniyê dan, di nava 52 rojî de zêdeyî 10 hezar kes çûn Strasbourgê û li dora vê berxwedana ji bo Rêberê Gelê Kurd civiyan.

ÇALAKIYA KU 25'Ê HEZÎRANÊ JI ALIYÊ 4 AKTÎVÎSTAN VE HATE DESTPÊKIRIN

Piştî grev birçîbûnê, rêxistiniya dîasporayê ya Kurdan a li Ewropayê dest bi çalakiyeke demdirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir. Di sibeha 25'ê Hezîrana 2012'an de 4 Kurdistanî li qadeke ku Konseya Ewropayê nêzî wê ye li hev civiyan û ji bo Rêberê Gelê Kurd dest bi 'Nobeta Azadiyê' kirin.

Ji wê rojê û vir ve çalakî dewam dike û her hefte komek ji 5-7 kesan ji bajarekî cuda yê Ewropayê tevlî dibe. Saet di navbera 07:30 û 17:30'î de bênavber nobet tê girtin. Di nava 520 hefteyan de herî kêm 3 hezar aktîvîst tevlî bûn. Ev çalakiya ku ji bo Kurdan veguherî çalakiya kevneşop, di heman demê de çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye. Zivistan, havîn di her şert û mercî de çalakî dewam dike. Heta niha li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd nêzî 300 hezar belavok hatine belavkirin.

Çalakgeran di nava 10 salan de ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze kom kirin û bi zimanên Îngilîzî, Fransî û Elmanî li ser jiyan, têkoşîn, nêrîn û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd belavok, pirtûk û broşur belav kirin. Di demeke kurt de welatparêzên Kurdistanî, siyasetmedar, hunermend, xebatkarên medyayê û Ewropiyên dostên Kurdan xwedî li Nobeta Azadiyê derketin.

ÇALAKIYEK KU DIKARE BIKEVE PIRTÛKA REKORAN

Aktîvîsta Kurd Helene Dersim ku ji destpêkê ve di nava organîzasyona 'Nobeta Azadiyê' de ye, li ser girîngiya çalakiyê ji ANF'ê re axivî.

Dersim anî ziman ku di dîrokê de mînakên çalakiyeke bi vî rengî nîne û got, "Serbilind im ku di nava vê çalakiyê de me ku dikare bikeve nava pirtûka Rekoran a Gûînnessê. Di nava 10 salan de tenê di dema şewba Covîd de ji ber biryara girtinê ya Fransayê 2 mehan me nekarî çalakiya xwe bikin. Ji xwe di dema girtinê sînor hatin girtin û mirovên me nekarîn ji derve bên."

Dersim ragihand ku ev çalakî di navbera gelê Kurd û rêberê wê de bû pirek û got, "Dem bi dem zehmetî hatibe kişandin jî heta ku ji destê me hat me hewl da vê pirê biparêzin. Ji ber ku ciwan dem bi dem tevlî çalakiyê dibin û bi giranî mirovên me yên di ser 50 salî re beşdar dibin. Hemû mirovên têgihiştî ne, zanin ku çi dixwazin. Lê belê pirsgigrêkên tenduristiyê yên van mirovan jî gelekî rû didin û carna li şûna 5 kesan 3 kes hatin. Li şûna wan jî yên li Strasbourgê tevlî bûn. Me bi vî rengî hewl dan hejmara beşdarên çalakiyê di astekê de bihêlin."

Dersim diyar kir ku ew bawer nake Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa; saziyên Ewropî ji ber xwe ve tiştna bikin û got, "Eger em ê encamê bi dest bixin, ev yek jî wê bi îrade û hêza me bibe. Çalakî hîn jî dewam dike. Ev yek encama îradeya gel û dostên Kurdan e."

'LOBIYA TIRK GELEKÎ HEWL DA'

Dersim ragihand ku li cihekî bi 500 metreyî nêzî qada çalakiyê avahiya sefaretxaneya bilind a dewleta Tirk hate vekirin, rayedarên dewleta Tirk timî di ber wan re derbas bûn û got, "Çalakiya me ew aciz kir. Lobiya Tirk ji bo bidawîbûna çalakiya me zexteke giran li şaredariyê û saziyên din ên dewletê kir. Lê belê bi ser neketin."

'JI DERVE Û HUNDIR PIŞTGIRIYA MEZIN HATE DAYIN'

Bêguman bi saya keda gelek welatparêzên Kurdistanê Nobeta Azadiyê ewqasî demdirêj bû. Yek ji çar aktîvîstên Kurd ên dest bi çalakiyê kirin Rojda Emekçî ye. Hevsera Rojda Emekçî Mûnzûr Emekçî jî yek ji wan kedkarên destpêkê yê çalakiyê bû. Piştî ku Mûnzûr Emekçî sala 2016'an ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, Rojda Emekçî têkoşîna wî dewam kir.

Rojda Emekçî bal kişand ser zor û zehmetiyên destpêkê û got, "Me got, 'Azadiya Serok Apo azadiya me ye' û dest bi çalakiyê kir. Min û heval Mûnzûr me ev çalakî ji bo xwe kir meseleyeke rûmetê. Me got, kes tevlî nebe jî em ê heta dawiyê dewam bikin. Ji xwe em timî di nav de bûn, koma ku kêm dihat, me temam dikir. Hinekan digotin, ku ev çalakî çalakiya me ya şexsî ye; hinekan her wiha digot, 'hûn ji sibehê heta êvarê li wir in, wê çi bibe?' Hinek ji biyaniyan jî digotin, 'çi karê we li vir heye, biçin li welatê xwe vê çalakiyê bikin'. Lê belê hem gelê me piştgiriyeke mezin da me, hem jî bi axaftina bi biyaniyan re me fikrê wan jî guhert."