Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 28’emîn bi coş pêk hat

Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 28’emîn bi pêşengiya Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwenekarên Kurdistanê (YXK) li kantona Baselê ya Swîsreyê pêk hat.

Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya ku her sal tê lidarxistin, par ji ber koronayê pêk nehatibû.

Çalakiya îsal li kantona Baselê ya Swîsreyê bi coşeke mezin hate lidarxistin. Li eywana çalakiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterê Qasim Engîn û Leyla Agirî yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, hatin daliqandin.

Çalakî bi rêzgirtina di şexsê şehîd Huseyîn Çelebî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê JXK û YXK’ê axaftin hate kirin û qala têkoşîna Huseyîn Çelebî hate kirin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna Huseyîn Çelebî hate temaşekirin.

Di çalakiyê de pirtûkên ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî hate danasîn û merasîma xelatê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dengbêj Omer, Hozan Şemdîn û Hîvron jî derketin ser dikê.