Çalakiya Elmanan bi banga ‘berxwedanê geştir bikin’ bi dawî bû

Li Berlînê çalakiya komeke aktivîstên Elman ku bi armanca piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê re,  ji 12’ê Nîsanê di grevê de bûn bi banga ‘berxwedanê hê bêhtir geştir bikin’ bi dawî bû.

Li paytexta Elmanya Berlînê komeke aktivîst ji 12’ê Nîsanê ve  bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin, di greva birçîbûnê de bûn.

6 aktivîstên Elman ku bi şîara “Leyla, têkoşîna te di dilê me de ye’ li navçeya Kreûzberg di çalakiyê de bûn, îro bi serdana Cemal Kobanê, Omer Bagdur, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl ku li lokala NAV-DEM’ê çalakiya xwe didomînin, çalakî bi dawî kirin.

Aktivîstên Elman di serdanê de axivîn û banga ‘berxwedanê hê bêhtir geştir bikin’ kirin. Aktivîstan diyar kirin ku bi çalakiya xwe xwestin berxwedana li dijî tecrîdê û tecrîda li ser Ocalan ji raya giştî ya Elman re rabigihînin û gotin ku ew ê li gel têkoşîna azadiya gelê Kurd bin.

JI RAYA GIŞTÎ YA ELMAN RE QALA TECRÎDÊ KIRIN

Aktivîstên Elman ku li qada “Heînrîchplatz” a navenda navçeya Kreûzbergê kon vedabûn û 3 rojan çalakî kirin bi sedan belavok belav kirin û ji  welatiyên li derdor re qala tecrîda li Îmralî kirin.

Gelek kesan serdana çalakiyê kirin û eleqeyek mezin nîşanî çalakiya aktivîstên Elman dan. Herî dawî duh koma Amerîkaya Latîn serdana çalakgeran kiribûn û daxuyaniya “Em li gel têkoşîn û daxwazên we ne” dabûn.

Li aliyê din çalakiya aktivîstên Kurd Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstada Tûzak û Şiyar Xelîl ya li lokala Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd (NAV-DEM) didome. Çalakiya Cemal Kobanê û Omer Bagdur di roja 77, ya Şiyar Xelîl di roja 80’î, û ya Mele Mûstafa Tûzak jî di roja 92’an de ye.