Çalakiya ciwanên Radîcal Solîdarîtyê berdewam dike

Ciwanên Radîcal Solîdarîtyê ji bo ciwanên ku di encama çalakiya li avahiya OPCW'ê de hatin girtin, dest bi çalakiyekê kirîbûn berdewam dike.

Di 3’ê Kanûnê de li avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de 40 kes hatibûn destgîrkirin û 4 kes hatibûn girtin. Di çalakiyê de bêdengiya OPWC ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû protestokirin.

Komîteyên ciwanên meclîsa Amsterdamê û Radîcal Solîdarîty ji bo ciwanên hatine girtin, çalakî dabûn destpêkirin û çalakiya ciwanan berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de ciwanan li navenda bajar pankartên “Ji bo girtiyên Kurd azadî“ û“Bila bikaranîn çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan raweste“ hate dalîqandin.

Ciwanan ji bo meşa sibe ya di saet 16.30’an de li Koekampê ya Den Haagê banga tevlîbûnê kir.