Çalakgerên Swîsreyê li Lyssê ne

Roja duduyan a beşê Swîsreyê yê meşên dirêj ên bi pêşengiya rêxistinên ciwanan li gelek bajarên Ewropayê tên lidarxistin bi dawî bû. Çalakgerên îro gihîştin Lyssê wê sibehê berê xwe bidin paytextê Swêdê Bernê.

Bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşker (TCŞ)  û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya pêngava ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ de du roj in ku li Swîsreyê meşeke dirêj tê kirin. Ciwanên îro li bajarê Bîelê dest bi meşê kirin, li bajarokê Seelandheîmê bêhna xwe dan. Piştî nan, li ser navê CDK-S’yê siyasetmedar Metîn Mîntaş semînerek da.

Metîn Mîntaş li ser xeta xiyanetê û li dijî vê xiyanetê divê çi were kirin axaftinek kir. Mîntaşanî, pêdiviyên ji bo têkoşîn bi bîr xistin û hin mînakên xiyanetê yên di dîroka Kurdistanê de dan û ev tişt gotin: “Ev ne xiyaneta ewilîn a mala Barzaniyan e. 150 sal in xiyanet dibin. Têkoşîna Kurdan ji ber van xiyanetan neçûye serî. Bandora mala Barzaniyan di xerabûna Komara Mahabadê ya Kurd de jî heye. Ên ku di damezirandina PDK’ê de cih girtin, bi dîtina xiyaneta mala Barzaniyan, jê qetiyan û YNK damezirandin. Malbata Barzaniyan ku tim xiyanetê dike, li tankên Sedam siwar bûye û hatiye Hewlêrê û qetilam kiriye. Dîsa bi MÎT’a Tirkan re li Hewlêrê girtiye bi ser nexweşxaneyekê de û bi dehan gerîlayên birîndar şehîd kirine û cenazeyên şehîdên qetilkirî hêj jî nayê zanîn ku li kû ne.

Dema şerê Başûr ê 1992’yan bi dewleta Tirk re êrîş bi ser gerîlayên azadiya Kurdistanê de birin û xwestin di şexsê Şehîd Berîtan de jina Kurd a azad teslîm bigirin. Hevrê Bêrîtan bi berxwedana xwe sîleyeke baş li xeta xiyanetê xistiye.“

Mîntaş destnîşan kir ku PDK’ê li Şengalê gelê Êzidî li ber DAIŞ’ê bêparastin hiştiye û wiha pê de çû: “Malbata Barzaniyan gelê Êzidî li ber DAIŞ’ê bê parastin hişt û reviya. Ji ber reva wan bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Bi serweta xwe ya bi milyon dolaran li gelek cihên cîhanê ji xwe re xanûmanan distînin lê gelê Başûr birçî dihêlin. Par bi hezaran xelkê me li ser sînorê Belarûsê rû bi rûyê birçîbûnê bû. Îro ev xeta xiyanetê bi dewleta Tirk re tevdigere. Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li dijî van hemû erîşên bi nemerdî gerîla li ber xwe dide.

Li ser rêça Rêber Apo 40 sal in têkoşîn berdewam e. Tevgera me tevgera mirovahiyê ye. Êrîşên modernîteya kapîtalîst ên berpêyî têkoşîna me berdewam in. Divê em jî li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.“

Çalakgeran piştî semînerê li meşa xwe dewam kir û bi rê de belavok belav kirin û gelê Swîsreyê agahdar kirin.

Berêvarê çalakger gihîştin bajarê Lyssê û li îstgeha trenan daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî pêşkêşî û axavtinan aktîvîstên ciwan meşa xwe ya roja duduyan bi dawî kirin. Ciwan wê sibehê ji bajarê Lyssê ber bi bajarê Bernê ve bimeşin.