Çalakgerên Êzidî 8’ê Adarê bi berxwedêrên jin re pêşwazî kir

Jinên Êzidî ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li dijî tecrîdê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) ketibûn çalakiya greva birçîbûnê bi wesîleya 8’ê Adarê hatin serdana jinên berxwedêrên ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne.

Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada ku avahiyên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropa a li Strasboûrgê bi armanca piştevaniyê greva birçîbûnê ya 5 rojan hatibû destpê kirin. Endamên PYD’ê 25’ê Sibatê di koma yekem a çalakiyê de bûn û vê hefteyê çalakî ji aliyê 7 jinên êndamên rêxistina Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hatibû dewr girtin.

Şevê din jinên Êzidî çalakiya xwe bi dawî kirin û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê serdana Dîlek Ocalan, Gulistan Îke û Nurgul Başaran kirin ku 82 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Jinên Êzidî xavika spî ya ku di çanda Kurd de sembola aşitiyê ye û jinên Şengalê bikartînin diyarî jinên berxwedêr kir û gotin ku ew ê li her qadê berxwedana li dijî tecrîdê bidomîn in.

Li ser navê endamên SMJÊ çalakgera jina Êzidî axivî û got; “Heta ku jinek ji bimîne em li gel we ne û dev ji çalakiyê bernadin.”

Çalakgera greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger Nûrgul Başaran jî got; “Di demekî ku bi alîkariya şervanên jinên Kurd dawî li hovitiya çeteyên DAÎŞ’ê tê û hatina 8’ê Adarê di demekî wiha de gelek girîng e. Piştgirîya jinên Êzidî ya ji bo berxwedana li dijî tecrîdê girîng û bi wate ye. Her roja diçe berxwedan belavî qadan dibe.”

Piştre serdana jinên Êzidî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ bidawî bû.