Çalakgerên 14’ê Tîrmehê li gelek welatan hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya li hemberî hovîtiya 12’ê Îlonê li gelek welatên Ewropayê hatin bibîranîn.

STÛTTGART

Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Esslîngenê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb ê ku di 5’ê Tîrmehê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû û gerîla Rûbar Sosin (Fehmî Yîgît) jî hatin bibîranîn.

Li ser navê malbatên şehîdan Mehmet Orak axivî û got ku “14’ê Tîrmehê li hemberî îxanetê rojeke girîng e.”

Orak bal kişand ser hevkariya di navbera PDK û dewleta Tirk û got ku “Di vî şerê hevpar de kadroyê pêşeng ê PKK’ê Dîyar Xerîb û hevalên wî şehîd bûn. Em vê îxanetê qebûl nakin.”

Siyasetmedar Îmam Canpolat jî pêşengê Kurd Dr. Qasimlo û cangoriyên Qetlîama Zîlanê bi bîr anî û got ku “Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin û em ê faşîzmê hilweşînin.”

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Dexîl Brahîm jî di şexsê Dîyar Xerîb de hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi bîr anî. Brahîm bal kişand ser dagirkeriya bi alîkariya PDK’ê û got ku ev îxanet e.

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî hate diyarkirin ku divê li hemberî zaliman berxwedan were kirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî bibîranîn hate kirin. Di bibîranînê de derbarê rojiya mirinê sînevîzyonek hate nîşandan. Siyasetmedarê Kurd Şervan Çelîk diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê deriyê azadiyê vekiriye.

Ayten Dûrmûş a ku xwişka berxwedêrê 14’ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş e got ku “Şehîdan ji bo bextewariya gelê me, canê xwe feda kirin. Em deyndarê wan in.”

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Li aliyê din di merasîmê de “Şehîd Cotkar Karker, Ş. Diyar Xerîb, Ş. Mîran Dûderî û Ş. Dogan Serhat” jî hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan qala jiyana şehîdan kirin û merasîm bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

MARSîLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan berwedêrên 14’ê Tîrmehê û Dîyar Xerîb (Helmet) hatin bibîranîn. Siyasetmedar Bedrettîn Kavak qala berxwedana Amedê, şert û mercên wê demê û encamê wê kir.

NÎJMEGEN

Li bajarê Nîjmegen ê Hollandayê jî bi heman armancê merasîma bibîranê hate lidarxistin. Merasîm li Navenda Çanda Mezopotamyayê hate lidarxistin. Di merasîmê de Diyar Xerîb (Helmet) hate bibîranîn û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û hevkarên wê hate dayîn.

Nûnerê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Mehmed Zengî axivî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û Diyar Xerîb bi bîr anî. Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk jî beşdarî merasîmê bû û qala girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê kir.

Li ser navê KCDK-E Hesen Çewlîk jî axivî û got divê li gorî bingehê hevrêtiyê nêzî peywiran bibe.