29 parlementerî daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakavanên Behdînan bên rastkirin

29 Parlementerên li Parlementoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakvanên siyasî yên Behdînanê bên rastkirin.

Ji Parlementoya Herêma Kurdistanê 29 parlemenerî piştî Dadgeha Temîziyê biryara xwe ya li ser 6 sal girtina çalakvanên Behdînanê da û şûnde daxwaza kir ku ev biryar li ber çavan re bê derbaskirin û bê rastkirin.

Parlementeran di daxuyaniya hevpar û îmze kirine de gotiye: “Di dema dadgehkirinê de nûnerên me li salonê bûn û ti belgehek nehate nîşandan ku ev kes bên cezakirin û ji bo wê daxwaza azadiya wan dikin.”

Parlementeran sedema rastkirina biryarê jî wiha rêz kir:

“Di dema lêkolînkirina li ser kesên gumanber, nêzîkatiya yasayî nehatiye kirin û parêzer ji bo wan nehatiye amadekirin.

Ew mikurhatinên li dosyayan de di bin çavdêrî û zextan de hatiye girtin.

Serdanên van kesan ên ji bo seferetxaneya Emerîka û Elmanya yên li Hewlêr û girtina alîkarî ji bo karên çalakiyên sivîl jî weke sûc ji bo wan hatiye diyarkirin. Ev karekî yasayî ye, salên dûr û dirêj sazî û rêxirawên sivîl yên hikûmî û nehikûmî yên li Kurdistan bi dewam ji aliyê sefaretxaneyên ev du welatû  welatên din ve alîkarî kirine û alîkarî dikin.Tenê hevpeyman bi berdewamî her mehê alîkarî bi hêzên pêşmerger re dike.

Amadebûna aliyê gilîkar ku asayîş bû, di nava hola dadgehê de weke parêzvan, di heman demê de weke gilîkar berevajiya yasaye. Tenê tevgera wê hêzê ya bêyî fermana dadwer ev yek nîşan da ku ew hêz di nava dadgehê de serdeste.”

Hebûna hêzên asayîşê weke

NAVÊN PARLEMENTERAN

Navên Parlementerên hevpar banga azadkirina girtiyên behdînan kirin wiha ne:

Gulistan Seîd

Ebdulstar Mecîd

Dr. Kazim Farûq

Dr. Şêrko Cewad

Elî Hemesalih

Serko Azad Gelalî

Ebûbekir Heladnî

Hawrê Ame Star

Dr.Şayan Eskerî

Serçinar Ehmed

Şîrîn Emîn

Mijde Mehmûd Muhemmed

Osman Kanî Kirdeyî

Sîpan Salim Amêdî

Kawa Ebdulqadir

Hîz Ehmed Muhemmed

Daban Muhammed

Aşna Ebdullah Qadir

Rûpak Ehmed Rehman

Mûslîm Ebdullah Qesrî

D.Hewraman Geçêneyî

Celal Muhemmed Emîn

Şaxewan Rewif

Belên Îsmaîl

Goran Omer

Yasîr Xidir

Rizgar Şehîd Heme Negreyî

Bedriye Îsmaîl Mehmûd

Omer Gulpî