27'ê Mijdarê li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurdên li Moskowayê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Kurdên ku li paytexta Rûsya Moskowayê tevî dostên xwe li Mala Kurdan li hev civiyan û bi şahiyekê salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser dîroka PKK'ê sînevîzyonek hate nîşandan. 

Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de peyam dan û li ser girîngîya rola PKK’ê axivîn.

Di pîrozbahiyê de hunermend Senem, Sare û Îbragîm Haciyev, Îlîç Alacyan, Bako lezgiyev, Monîka Baravî û koma govendê ya Niştîman derketin ser dikê.

Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.