Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

16'ê Çileyê wê li Strasboûrgê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin

Roja 16'ê Çileyê wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi beşdariya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyeke girseyî li ber avahiya Parlamenta Ewropayê pêk were.

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza başkirina tenduristî, ewlekarî û jiyana wî, grevên birçîbûnê dewam dikin.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 68'an de ye. Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û bajarê Newportê jî dewam dikin.

Ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê, wê Kurdistanî roja 16'ê Çileyê tevî dostên xwe li Strasboûrgê li hev bicivin.

Çalakî wê saet 11'an dest pê bike û li navnîşana 1 Avenue du Président Robert Schuman, 67000 Strasbourg'ê pêk were.

KCDK-E'yê doh li ser çalakiyê daxuyaniyek dabû bal kişandibû ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin, bêdengiya van hêz û saziyan a li pêşberî greva birçîbûnê, derbê li wijdanan dixe û nirxên mirovan binpê dike.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "16'ê Çileyê, di roja 70'ê ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, roja 57'an a greva birçîbûnê ya li Hewlêrê, roja 32'an a greva birçîbûnê ya li girtîgehan û roja 31'ê ya greva birçîbûnê ya li Strasboûrg-Gallerê, em ê li ber saziyên CPT, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê çalakiyê bikin. Bi çalakiyê re em ê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin û bang li van saziyan bikin ku bes xwe li kor, ker û laliyê deynin.

Bi navê KCDK-E û TJK'E'yê, em bang li mirovên xwedî wijdan û bi rûmet dikin, bang li jin, ciwan, gelan, dijberên faşîzmê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û dostan hemûyan dikin ku tevlî çalakiya 16'ê Çileyê ya li ber Parlament-Konseya Ewropa û CPT'yê bibin ku çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê jî wê tevlî bibin."