15’ê Tebaxê li Saratovê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Saratovê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Pîrozbahî li salona çanda Sabornaya pêk hat. Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Hikûmeta Saratov Îvan Doroşîn, Serokê Baskê Ciwanên Ermenî Zorîk Grygorîevî., Serokê Komeleya Çanda Moldovya Vasîlyî Konstanovîç, Seroka Komeleya Çandê Saraov Krîvoşeeva Valentîna Îvanovna, Seroka Komeleya Çanda Kavkas Şariya Emîliya Gûrgenovna û ji saziyên cuda beşdarvan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona ku qala Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna li Kurdistanê dike hate nîşandan. Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê Yakûp Hamîdov axivî û ev tişt got;

“Her çiqas pêngava 15’ê Tebaxê starta têkoşînek nû be jî, vejîna Kurdên nû ye. Beriya 15’ê Tebaxê bi hemû awayî gelê Kurd ji nirxên mirovahiyê bê par hatibû hiştin û hebûna wan hatibû înkarkirin. Lê bi pêşengiya fermandara Agîd bi pêngava 15’ê Tebaxê re li her çar parçeyên Kurdsitanê her roja diçû têkoşîna azadiyê mezintir bû. Îro li Şengal, Roajva û Bakur bi îradeya vê pêngavê Kurd xwe û xaka xwe diparêze. Gelê Kurd çawa li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi îradeyek mezin Şengal û Rojava destkeftî bidestxist û DAÎŞ têk bir, îro jî bi heman îrade û hêzê wê li dijî van êrîşan serbikeve.”

Piştre hunermend Erol Berxwedan, Kamûran Gasanov, Hozan Emran, Senem Ûsmahava, Esad Ahmedov û koma folklrê ya zarokana a Berçem derketin ser dikê û hûnera xwe pêşkêş kirin.