15'ê Tebaxê li gelek bajarên Ewropayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Li gelek navendên Swîsre, Elmanya û Hollandayê Kurdistanî li hev civiyan û bi coşeke mezin 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

BÎEL

Pîrozbahiya li bajarê Bîel a Swîsreyê bi beşdarbûna bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Bern, Bîel û Frîboûrgê pêk hat.

Pîrozbahî li herêma geştê ya Îpsachê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokên meclîsa herêmê axivîn. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Firat Ûmût jî axivî û wiha got; “Bi berxwedana 15’ê Tebaxê ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de bû werçerxek, polîtîkayên înkar û îmhayê hate têk birin. Dîsan îro bi deste faşîzmê polîtîkayên îmha û dagirkeriyê ku didomin wê li her qadê bi geşkirina berxwedanê re were têk birin.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

AARAÛ

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê jî li ser banga NCDK’ê li herêma geştê ya Schafîsheîmê pîrozbahî hate lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê alayên PKK, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê NCDK Aaraû Hasan Vûran, Hevserokê NCDK Swîsre Alî Şîmşek û aktvîsta Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Faraşîn Botan axivîn.

Pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Stûttgart û derdora wê dijîn li herêma geştê ya Kornwestheîmê li hev civiyan. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Ocalan, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr hate xemilandin.

Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan deqîqeyek rêz hate girtin û siyasetmedarê Kurd Îmam Canpolat axivî. Canpolat cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kir û got; “Cejna vejînê ji bo hemû gelan bû hêviyek.”

Pîrozbahî bi govendê dewam kir.

HEÎLBORNN

Li bajarê Heîlbornn yê Elmanyayê jî 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku 15’ê Tebaxê rêya azadiya gelê Kurd vekir. Piştre Garîp Nûrhak, Miho û koma mûzikê ya Ciwan derketin ser dike û hunera xwe peşkeş kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin.

Pîrozbahî bi beşdarbûna sedan kesî li lokala NCDK Frankfûrtê pêk hat. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan deqîqeyek rêz hate girtin û Delal Dersîm axivî. Dersim wiha got; “Îro bi boneya cejna berxwedanê ya 15’ê Tebaxê em liv irin. Fermandarên me yên bi nirx Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahîr em bibîrtînin. 15’ê Tebaxê wê bibe wesîleya berxwedanek nû û qonaxeke nû.”

Piştre hunermend Hejar Temo û Firat Kirmizioglû striyan û pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Pîrozbahî li Strandbarê hate lidarxisitn û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokên NCDK Îbrahîm Hezex û Leyla Saroxan axivîn û qala girîngiya 15’ê Tebaxê kirin. Siyasetmedar Rojhat Gebar jî axivî.

Piştre Koma Muzikê ya Şehîd Xebat, Koma Qoro ya Zaroke Tirêj, Şanoya Şehîd Xebat, Koma Muzikê ya Demhat Tirej, Şanoya Demhat Tirej û hunermend Bengî Agirî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Pîrozbahî ji ber rewşa hewayê ya xirab li NCDK Hambûrgê hate lidarxistin û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Nûnerê NCDK Îmam Comert axivî û diyar kir ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re di dîroka gelê Kurd de pêvajoya têkoşînekê nû destpê kir.

FREÎBÛRG

Pîrozbahiya li Freîbûrgê li Opfîngerstrasse pêk hat. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin.

Pîrozbahî tevahiya rojê dewam kir û bi govenê bidawî bû.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê NCDK ve hate lidarxistin û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Ramazan Ozuak ve hate kirin. Li ser navê Malbatên Şehîdan Dayê Xanê jî axivî. Piştre siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî axivî. Piştre Ozan Gulcan, Ozan Comert û Dengê Sînan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bidawî bû.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê jî Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi beşdarbûna Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Krudistanê li Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin. Li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Piştre Bulent Tûran striya û pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Denn Haag ê Holldanayê jî 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê DEM-NED axaftin hate kirin. Di axaftinê de cejna berxwedanê ya 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin.

Piştre sînevîzyon hate nîşadan û pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bidawî bû.

GÎSSEN

Kurdistanîyên li herema Gißenê li Heuchelheim Grillhütte, pêngava dîrokî ya 15 Tebaxê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Pîrozbahî bi pêşengiya Tevgera Jinan ve pêk hat û gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Piştre li ser wate û girîngiya rojê axaftin hate kirin û hate gotin ku ev şoreş heta ku bi serketinê bidawî nebe têkoşîna gelê Kurd wê bidome. Bi meşaleya Egîdan gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe.

Piştre Koma Hezexê derket ser dike û dirûşme hate berzkirin. Pîrozbahî tevahiya rojê dom kir û bi govendê bidawî bû