CIVAK
Nûçeyên Dawî
-
Kiran: Li şûna Kurdî em çima ferhenga bi Tirkî bi kar bînin?
Nivîskarê Ferhenga Zanistên Civakî ya Kurdî Prof. Dr. Abdullah Kiran got, "Ferhenga bi Kurdî heye, em çima peyvên bi Tirkî ya jî zimanekî din bi kar bînin? Çima em Kurdî jî weke Tirkî ya jî zimanên din bi rengekî rast bi kar nînin?" -
'Sektora tenduristiyê dirize'
Dibistanên Bilind ên Pîşeyî yên Tenduristiyê bi deh hezaran kes mezûn kirin. Ev dibistanên bilind li şûna ku kedkarên tenduristiyê bigihînin, ketine pey rantê. -
Ji bo ava papij wê li benda sedan salî bisekinin
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, bi sedan milyon mirovên li dehan welatan, wê ji mafê xwe yê ava paqij bêpar bimînin. -
Debara xwe li hewşa mala xwe dike
Hîkmet Sirtlan a ji gundê Tilalo yê navçeya Sûrê ya Amedê, li hewşa mala xwe dikanek vekiriye û bi vî rengî debara xwe dike. -
Cangi: Xweza wê bê talankirin, mirov wê ji cih û warê xwe bibin
"Rêvebernameya nû ya li ser Destûrname û Herêmên Madenê", dibe ku rê li ber felaketên ekolojîk veke. -
Malbatên Somayê ji bo edaletê dest bi meşê kirin
Malbatên Somayê yên ku piştî doza Somayê negihiştin edaleta ku dixwestin, dimeşin Enqereyê. Malbat ji bo edaletê li benda piştgiriyê ne. -
Boranxaneyên li Amedê bê xwedî mane
Li gundê Tilalo yê navçeya Sûrê wextekê bi dehan borangeh hebûn û zelqa bi hezaran kevokan ku navê 'koxa' lê tê kirin, weke zibil dihate bikaranîn. Boranxane li ber tinebûnê ne. -
Dêra Hecê ya dîrokî jî tine bû
Li gundê Hacikaş ê navçeya Erdîş a Wanê, ji Dêra Hecê ya Ermenî tenê çend bermayî mane. -
Bûyerên destavêtin û destdirêjiya li zarokan tên nixumandin
Nûnera Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" Gulsum Kav got, cezayên xesandin û darvekirinê ku weke çareseriya îstîsmarkirina zarokan tên nîşandan, tên wateya nixumandina pirsgirêkê. -
Cihoka DSÎ bûye cihoka mirinê
Cihoka avdanê ya li taxa Salîhiye ya navçeya Erîş a Wanê bûye cihoka mirinê. Li cihokê heta niha bi dehan zarok mirin. -
Şerbeta Kurdan: Ava Sûsê
Dermanê gelek nexweşiyan Ava Sûsê, bi germa havînê re li Kurdistanê gelekî tê vexwarin. -
Darên Sekoya yên hezaran salî bi tevdîrên taybet têne parastin
Li daristana Marîposa ya li parka xwezayî Yosemîte ya Kalîforniyayê, 500 darên sekoya hene. Hinek ji wan beriya niha bi 2 hezar salî di dema Îsa pêxember de şîn bûne. Li dijî gefên tûrîstan tevdîr hatin girtin. -
Li ser înternetê Akademiya Komun hate avakirin
Li ser înternetê di çarçoveya hişmendiya modernîteya demokratîk de Akademiya Komun a têkiliyên di navbera ‘Jiyan’ û ‘Zanînê’ de çêdike, hate avakirin. -
Li Tirkiyeyê birçîbûn û hejarî zêdetir bû!
Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûn û hejariyê vê mehê jî zêde bû. Sînorê birçîbûnê bû hezar 714 TL, yê hejariyê jî bû 5 hezar û 584 TL. -
Google mejiyekî çêkirî afirand ku dema mirinê texmîn dike
Şîrketa mezin a Amerîkî Google sîstemek afirand ku li gorî daneyên nexweşekî dikare îhtimalên mirinê texmîn bike. -
Li Tirkiyeyê penaber tên îstîsmarkirin
Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê têkildarî Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da û bal kişand ser êrîş û îstîsmara zayendî ya li kampên Tirkiyeyê. ÎHD’ê bal kişand ser penaber û koçberên ku ji ber êrîşên dagirkeri yên li Kurdistanê warên xwe terikandine. -
Li Parîsê pitika di trênê de çê bû, ew ê 25 salan belaş bigire
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye pitikek di trênê de ji dayîk bû. Ev pitik heta 25 saliya xwe ew ê belaş karibe bi wesayîtên giştî (RATP) yên di nav Parîsê de bigere. -
Li Baselê festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan
Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler ku her sal bi kevneşopî li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal jî bi coş û kelecaneke mezin pêk hat. -
Li Qamişloyê rojek beriya cejnê
Malbatên Şehîdan wê di sibeha cejnê de tevî gelê Qamişloyê berê xwe bidin Şehîdgehan. Ji ber ku şehîd eynika doh, îro û paşerojê ye. -
'Cejna Remezanê bila bibe wesîleya aştiyê û jiyaneke azad'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek da û xwest, cejn bibe wesîleya aştî, edalet, wekhevî û jiyaneke azad. -
KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir
KNK'ê Cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir. -
CÎK: Em van qijnikên xwînmij li sindoqê bieciqînin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Di vê hilbijartinê de em ji van qijnikên ku xwîna dîn û gelê me dimêjin xilas bibin." -
Trajediya zarokên Îranê...
Di tevahiya cîhanê de 12’ê Hezîranê weke Roja Têkoşîna li Hemberî Karkeriya Zarokan, tê pîrozkirin. Lê belê li Îranê rewşa zarokan trajediyeke mezin radixe ber çavane. -
Germa global: Darên Baobab ên hezaran salî, hişk dibin
Paşeroja cîhanê ji ber germahiya global ne diyar e. Darên hezaran salî ku cihekî xwe yê taybet di çanda Afrîkayê de hene, ji ber germa global hişk dibin. -
Hejmara nû ya kovara Psychology Kurdî derket
Hejmara 6. a yekemîn kovara derûnî ya bi Kurdî 'Psychology Kurdî' derket.