Zozan li koçeran qedexe ye!

Li navçeya Bazîd a Agiriyê bi hinceta "ewlehiyê" bi dehan gundik, zozan û herêm li sivîlan hatine qedexekirin. Welatiyên ku xwe amade dikirin ji bo biçin zozanan gotin, ji ber şerê qirêj ê AKP'ê ew êdî nikarin biçin zozanan.

Artêşa Tirk, ku li çiyayê Tendurekê têk çûye û derbên gelekî giran ji gerîla dixwe, ji bo kuştiyên xwe veşêre, zozanên li Bazîdê li sivîlan qedexe kir. Di serî de herêma Tendurekê gelek herêmên ku sivîl lê dijîn û operayonên leşkerî lê zêde bûne weke "herêmên ewlehiya taybet" hatine îlankirin û qedexekirin. Gelê herêmê yê ku debara xwe bi sewalkariyê dike û hewl dide di hefteya ewilîn a Hezîranê de biçe zozanan rastî qedexeyê hatin û dewlet destûr nade wan ku biçin zozanan.

'EM ZOZANÊN XWE NATERIKÎNIN'

Koçerê bi navê Îsmet Kiliç ê her sal di destpêka meha Hezîranê de diçe zozanên Bazîdê vê carê rastî qedexeyê hat û diyar kir ku wê qedexeyan nas nekin ti carî war û zozanên xwe neterikînin. Kiliç da zanîn, ti kes nikare wan ji zozanên wan qut bike û wiha axivî: "Ji ber şerê dewleta Tirkiyeyê di salên 1990'î de em neçar mabûn gundê xwe vala bikin û ji zozanên xwe qut bibin. Bi salan me nikaribû em biçin zozanên xwe. Me sewalkarî nekir, em perîşan bûn. Paşê dema qedexe rabû em vegeriyan zozanên xwe. Niha jî AKP bi heman polîtîkayê zozanên me qedexe dike û destûr nade em biçin zozanên xwe."

'ÇI DIBE BILA BIBE, EM JI CIH Û WARÊN XWE DERNAKEVIN''

Dayika Fatma (55) jî da zanîn ku dewleta Tirk êrîşî koçeran dike û wiha got: "Em ê di serê meha Hezîranê de biçin zozanên xwe.  Çi dibe bila bibe em ê her dem havînan biçin zozanan. Em ê li dijî êrîşan her dem di ber xwe bidin. Heta niha me ti carî terk nekir û ji niha û pê ve jî em terk nakin. Dewlet tenê êrîşî koçeran dike."

Hêjayî gotinê ye ku Fermandariya Jendermeyan a Agiriyê, roja 19'ê Gulanê teblîxat şand û xwest gundên çiyayî yên li herêmên Çiyayê Agirî û Tendurekê werin valakirin. Her wiha bi dehan gund û zozanên herêma Bazîdê weke 'herêma qedexe', 'herêma bi ewlekariya leşkerî' û 'qedexeya derketina derve' îlan kiribû.