Ziwatiya li Awûstralyayê metirsî ye li ser kangûrû û koalayan

Ziwatî bandoreke giran li heywanên kovî yên li Awûstralyayê dike. Bi taybetî gefê li kangûrû û koalayan dixwe.

Profesorê ekolojiyê yê Zanîngeha Galler a Nû ya Başûr Rîchard Kîngsford got, "Li gelemperiya welêt gelek kangûrû dimirin."

Kîngsford got, ji ber ku avhewa gelekî zû diguhere, gelek heywan û nebat nikarin xwe li gorî wê iyar bike. Tê gotin, nifûsa kangûriyan li hin herêman bi rêjeya 90 ji sedî kêm bûye.

Gelek çêlikên kangûrûyan, ji ber ku nikarin bên xwedîkirin ji aliyê dayikên xwe ve tên terikandin. Hinek ji wan jî ji ber ku dayikên wan di binê wesayitan de dimînin, bê xwedî dimînin. Qezayên bi vî rengî jî, ji ber ku kangûrû ji bo xwarin û avê nêzî bajaran dibin, rû didin.

Koala jî ji ber ku darên okalîptus ên xwe lê xwedî dikin hişk dibin, neçar dimînin ku koçî deverên dûr bikin. Ev jî dibe sedem ku bibin nêçira kûçikan a jî di bin wesayitan de bimînin.