'Zikatên xwe bidin gelên Efrîn, Sûr, Cizîr û Nisêbînê'

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Abdullah Arkan û Yûsûf Adnan diyar kir ku li Tirkiyeyê ol weke amûrekê ji aliyê hikumetê ve tê bikaranîn û ji hemû bawermendan xwestin ku li ber vê hişmendiyê rabin.

Ji bo meha Remezanê tenê du roj man. Mîna piraniya welatên Misilman wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi milyonan Misilman di nava şert û mercên giran de rojiyê bigirin. Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Abdullah Arkan û YûsûfAdnan ji ANF’ê re axivîn.

'ZILMÊ LI GELAN DIKIN'

Mele Abdullah Arkan diyar kir ku ji ber xizanî û şerê li Rojhilata Navîn bi milyonan Misilman di şertên giran de wê rojiyê bigirin û got: "Sedema sereke ya pirsgirêkên ku Misilman dijîn ew e; li şûna ku peymana Medîneyê ji bo xwe bikin rêber, rejîma Qiraltiyê danîne li ber xwe û zilmê li gelan dikin. Pirsgirêkên di nava civaka Îslamê hene ne ji ber xizaniyê ye û berpirsyarên sereke yên vê yekê jî hikumet in."

'ZIKATÊN XWE BIDIN GELÊN EFRÎN, SÛR, CIZÎR Û NISÊBÎNÊ'

Arkan anî ziman ku civaka Îslamê dest bi meheke pîroz dike û wiha pê de çû: "Divê civaka Îslamê di vê mehê de hemû xêr û zikatên xwe bide gelên me yên li Efrîn, Sûr, Cizîr û Nisêbînê. Kesên ku divê meha pîroz de xêr û zikatên xwe bide kesên pêdiviyên wan pê hene û Hedîsên Qurana pîroz bixwînin wê gelek bi qedir bin. Li Kurdistanê gelek mirovên me yên xizan hene û di vê meha pîroz de êrîş li ser xaka me ya pîroz û bi ewle tê kirin. Zaliman di meha Çileyê êrîşî Efrîn û navçeyê wê kirin û bi hovane bajarê me kavil kirin. Divê em di vê meha pîroz de xwedî li gelê xwe yê Efrînê derkevin û destê xwe dirêjî xwişk birayên xwe bikin. Xêr û zikata herî mezin jî ev e." 

'DIVÊ MISILMAN LI DIJÎ NEQENCIYÊ TÊBIKOŞIN'

Arkan da zanîn ku gelê Kurd, ku piranî Misilman e, di bin zilma AKP'ê de ye û ev tişt got: "Li Bakurê Kurdistanê siyaseta îmha, înkar û desteserkirinê ya dewleta AKP-MHP'ê ya faşîst a qirker argûmanên Îslamê bi kar tîne û êrîşî Kurdan dike. Divê hemû Misilman xwedî li sinc û wijdan xwe derkeve û li dijî wan kesan ên ku navê Îslamê, pirtûka wê ya pîroz, hedîsên Pêxember ji bo neqenciyên xwe binixumînin bi kar tînin, bi pîroziyên Misilmantiyê Misilmanan dixapînin û ji bo ku kuştinê bi kar tînin û bi rengekî xurt û têbikoşin. Ez bang li zana û seydayên Kurdistanê dikin ku di têkoşîna teşhîrkirina zaliman, rêxistinkirina heq, dadê de ji her demê zêdetir hewl bidin û li dijî neqenciya AKP'ê têbikoşin."

'ÎSLAM WEKE MERTALEKÊ TÊ BIKARANÎN'

Mele Yûsûf Adnan jî li ser girîngiya meha Remezanê axivî û wiha got: "Rojî ji hemû serdemên pêxemberan heta serdema Hz. Muhammed hebûye. Lê li ser Hz. Muhammed(sav) piştî hîcretê hatiye ferzkirin. Gelo, rojî ji bo kê ferz e? Rojî ji bo hemû kesan ne ferz e. Ji bo nexweşan ne ferz e. Ji bo kesên di rê de diçin, seferî ne, ne ferz e. Dayîkên ku şîr didin zarokên xwe û nikarin rojiyê bigirin ji bo wan ne ferz e. Li herêma me ol ango Îslam ji aliyê kesan an jî dezgehan ve weke amûrekê, weke mertalekê tê bikaranîn. Ev tişt ji bo meha rojiyê jî derbasdar e. Di meha rojiyê de hinek din jî kûr e û di bin van nêzîkatiyan de gelek tiştên din hene. Em rojiyê ji Xweda û ji bo sinetê Hz. Muhammed(sav) digirin. Hêviya me ew e ku em ê karibin di vê meha rojiyê de ku Xwedê ji me re ferz kiriye hemû hesasiyetan li ber çavan re derbas bikin. Di vê mehê de sedeqe û fitir hene. Zikat heye. Divê li herêma me li ser mijara zikatê yekîtiyek çê bibe û em zikatên xwe bidin cihên rast. Divê miletê me bi wan kesên ku zikatê dikin amûrê siyasetê re zikatên xwe nedin…"