Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Zewaca bi darê zorê ya li nava penaberan bi du qatan zêde bû!

Li Swîsreyê, di nava mirovên ku serlêdana penaberiyê kirine de, zewaca bi darê zorê li gorî sala bihurî bi du qatan zêde bûye.

Li Swîsreyê ku zewaca bi darê zorê qedexe ye, tevî ku ceza tê birîn jî meqamên dewletê nikarin pêşî li zewaca bi darê zorê bigirin. Seroka daîreya dewletê ya li zewaca bi darê zorê dinere Anû Sîvaganesan ji çapemeniya Swîsreyê re ragihand, ku zewaca bi darê zorê ya demên dawî, bi taybetî di nava penaberan de zêde bûye.

Sîvaganesan diyar kir, di navbera salên 2005-2015'an de wan 94 zewaca bi darê zorê tespît kirine û got, "Beriya niha di nava van de, 1 ji 10'an di nava penaberan de rû dida. Lê niha ev hejmar gihîştiye 5'an."

'ZEWACA BI DARÊ ZORÊ DI NAVA KURDAN DE JÎ GELEK E'

Sîvaganesan anî ziman, ku zewaca bi darê zorê di nava penaberên Kurd de jî gelekî zêde ye û got, "Herî zêde di nava  penaberên ji Sûriyeyê, Afganîstan, Erître, Iraq, Îran û Somalî de pêk tê."

Rayedaran Swîsreyî da zanîn, ku di zewaca bi darê zorê de bi taybetî jin mexdûr dibin û wiha dewam kir: "Piraniya van jî di emrekî zarokatiyê de tên zewicandin. Ya balkêş ew e, ku penaber berî bê vê derê, di rê de jî zarokên xwe li derveyî daxwaza wan bi hinekan re didin zewicandin. Ji ber ku dizanin, li gorî qanûnên Swîsreyê ev sûc e."

Ji sala 2013'an û vir ve, zewaca bi darê zorê qedexe ye û yê vî sûcî dike heta 5 salan cezayê girtîgehê lê tê birîn. Rayedarên dewleta Swîsreyê plan dike ku li ser mijarê, li gelek kantonan kampanyayan ji bo penaberan lidar bixin.