'Zeviyên me bêkêr kirin û ji me stendin'

Hecî Mehmûd Narîn ku li Bexçeyên Hewselê yên Amedê fêkî û zebze diçîne, diyar kir ku zeviyên wan jî ji destê wan hatine girtin.

Bexçeyên Hewselê yên Amedê ku 8 hezar salî ne, cihê xwe di nava lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO de digire. Sala 2016'an di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê de malbatên ku bi zorê ji taxên xwe hatin derxistin, neçar man li semtên cuda yên bajêr bi cih bibin. Dewleta Tirk ji bo şêniyên Sûrê ji taxan derxîne, av û elektrîk li ser birîbû. Welatiyên ku berê li Sûrê û taxên derdorê diman, piştî malên xwe, niha jî zeviyên xwe ji dest dane. Tê zanîn ku dewleta Tirk wê li cihê ku ji malbatên kedkar stendiye, bi navê 'Geliyê Dîcleyê' tesîsên civakî ava bike.

Yek ji welatiyên ku ji ber polîtîkaya şer a dewletê neçar ma ji gundê xwe koç bike, Hecî Mehmût Narîn ê 80 salî ye. Niha jî neçar maye ku zeviyê xwe yê tapûkirî yê li Bexçeyên Hewselê bifiroşe. Narîn li bexçe û zeviyê xwe xox, alûçe, hejîr, tirî, firingî, xiyar, bacan û gelek zebze û fêkî diçand. Narîn anî ziman ku 20 sal in bi çandiniya li zeviyê xwe yê ji 6 donimî debara xwe dike. Narîn dibêje, piştî ku zeviyên wî jê stendin, nizane bê wê çi bike.

BERÎ DU SALAN JI CIH Û WARÊ XWE HATE DERXISTIN

Narîn diyar kir ku bexçe û zeviyên wî beriya 20 salan ji bo çandiniyê bi kêr nedihat û got, "Hemû darên li vê derê min bi destê xwe çand. Mala me berê li jorê zeviyên me bû. Berî 2 salan em ji vê derê derxistin. Av û elektrîk li ser me birîn û kirin ku em ji vir derkevin. Bêyî van deveran em nikarin bijîn. Hûn jî dibînin, jiyan li nava bajêr nîne. Ji bo mirovên mîna me extiyar, dehl û rez gelekî baş e."

'MALA ME XERA KIRIN'

Narîn da xuyakirin ku piştî dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê, dewleta Tirk bi bahaneyên cuda dest danî ser mal û zeviyên wan û wiha dewam kir: "Ji bo em ji mala xwe derkevin destpêkê zext kirin. Gotin, 'heqê we çi be, em ê bidin'. Me jî li ber xwe da, ji bo neçin. Av û elektrîk li ser me birîn. Ev her du nebin, zehmet e ku mirov bijîn. Lewma em neçar man û derketin. Ji me re gotin, 'em ê kirê ya we bidin', lê heta niha tiştek nekirine. Ne kirê ya me dan, ne jî heqê xaniyê me yê xera dikin dan. Ji ber ku xaniyê me xera kirine, em nikarin vegerin. Av û elektrîk li ser zeviyên me birîn û em neçar hiştin. Em jî neçar man û me zeviyên xwe firotin wan. Rewşa hin zeviyan hîn li ber destê dadghê ne. Xwediyên zeviyan bi mafdarî heqê darên xwe dixwazin."

KIRIN KU ZEVÎ BÊKÊR BIBIN

Narîn anî ziman ku ew bê çare mane û got, "Tevî ku ev der ji me stendine jî em diçin nava zeviyên xwe. Lê belê eger hatina me ya li vir qedexe bikin, em ê nikaribin bên. Em hînî vê derê bûne, jiyana me li vir derbas bû. Tevî ku me firotine jî em tên. Kirin ku mirov nikaribin zeviyên xwe bi kar bînin, bêkêr kirin. Ji ber vê yekê gelek malbat neçar man ji vir koç bikin. Em jî yek ji wan e. Piştî ku mala me, tapûyên me ji me stendin, karê wan qediya."