Zarokên Amedê bi ‘Pisiklêt’ê kêfxweş û hîn dibin

5 jinên ji Îzmîrê, ku demeke dirêj e ji bo zarokan projeyên pêşvebirinê amade dikin, bi rêya projeya 'Pisiklêt'ê bi zarokên navçeyên Sûr û Rezan ên Amedê, atolyeyên kolektîf pêk anîn.

5 jinên ji Îzmîrê ku ji mêj ve li ser zarokan dixebitin bi ‘Piskilêt’a ku ava kirine, ji bo hevgirtina bi zarokên Sûrê re hatin Amedê. Jinên ku di qadên sosyolojî, psîkolojî û pêşketina zarokan de pispor in û li dijî dijî destdeserkirina mafê zarokan ji bo ku xebateke alternatîf bikin hatine Amedê, bi zarokên Sûr û Rezanê yên 6-12 salî re tevahiya rojê atolyayan çêdikin, hewl didin ku zarokan travmayên xwe ji bîr bikin. Jinên ku ji ti kesî destekê nastînin, bi xişrên û çenteyên ku bi destê xwe çêdikin û difiroşin projeyên xwe pêk tînin û hem jî ji bo zarokan malzemeyên kirtasiyê belav dikin. Jinên ku 2 mehan carekê ji Izmîrê têne Amedê bi zarokan re ji malzemeyên avêtî bûkokan çêdikin, resman çêdikin, bi vî rengî hem zarok kêfxweş dibin û hem jî hîn dibin. Jin dema ku vê xebatê dikin destekê ji Şandeya Bajêr a Amedê jî distînin.

Ji Pisiklêtê Mehtap Alîşan li ser xebata xwe ya atolyeyê ya bi zarokan re axivî..

BI ZAROKAN RE DIBINE YEK

Alîşan dibêje ji ber ku li Amedê heqê zarokan têne binpêkirin û ji ber hilweşîna ku bi serê wan de hatiye ew têne Amedê û ew dixwazin li ser mijara binpêkirina heqê zarokan bihîstyariyekê çêbikin. Alîşan dibêje ew bi dorvgerî têne Amedê û wiha dibêje: ‘’Bi atolyeya paş ve vegerandinê û orffê em ê bi hev re klîbên stop motîon bigirin. Ji niha û şûn de ku em hatin em ê çîrokan ji zarokan re bibêjin. Her wiha bi dorvegerî em ê ji bo demekê werin û difikirin ku vê bikin formateke domdar.’’

Alîşan got ew dixwazin bi zarokên Cizîrê, Nisêbînê û Wanê re jî bi heman rengî bixebitin.

ZIMANÊ HEVPAR ZEVT DIKIN

Alîşan diyar kir, her çendî cihêtiya çandê hebe jî ew ji zimanê hev fêhm dikin û got bi zimanê beden û lîstikan frêkansekê zevt dikin. Alîşan dibêje ew ji bi destmalên kazexî bebikan, ji qotiyên şîr bûkokan çêdikin û dema ku van dikin jî pir kêfê distînin.’’

‘DI VÊ DEMÊ DE PIR PÊDIVÎ PÊ HEYE’

Alîşan dibêje destpêkê ew bi rîtma beden dest bi lîstikê dikin û piştre: ‘’Lîstika ku em bi rîtmê dest pê dikin piştî bi deqeyekê dibe govend. Piştre em bebikan çêdikin. Bi hevhîkariyê dema ku em van ji xalên cihê bi rê dikevin û tiştekî yekere bi dest dixin, hem ji bo me û hem ji bo wan dibe demeke xweş. Di vê demê de pir pêdivî bi tiştên wiha heye. Em dizanin ku zarok pir ji xebatên wiha hez dikin, em di xebatan de dibînin. Ji bo vê jî ji bo herdu aliyan dibe dema kêfxweşiyê.

Saet di 10'an de, li atolyeya me ya destpêkê ya li Şanoya Bajarê Mezin, em bi zarokan re li hev dicivin. Em zarokan bi rêya servîsê ji navçeyên Sûrê û Rezanê digirin. Di destpêkê de em bi sporê hewl didin bedena xwe germ bikin û dest bi lîstinê dikin. Dûre em li atolyeya çêkirina pêlîstokan, bi zarokan re dest bi kar dikin. Bi aktîvîteyên cihêreng, em 3 saetan bi zarokan re ne. Dûre saet di 13'an de dîsa bi servîs em zarokan dibin malê. Piştre em tên Ma Muzîkê. Li wê derê jî bi malzemeyên bermayî em dest bi kar dikin. Ji bilî vê, em li ser mafên zarokan daxivin û bi rêya lîstikan vê têgihiştinê xurtir dikin."Alîşan got, ew diçe sifreya fitarê ya li Sûrê, li vê derê bi zarokan re dilîze, bi hev re wêneyan çêdikin, li derve bi gogê dilîzin û sohbetê dikin.’’

DERÎ LI HER KESÎ VEKIRÎ YE

Alîşan diyar kir, ew ê di 1'ê Tîrmehê de li Îzmîrê konserekê lidar bixin û hatineya ji vê konserê, ji bo vî karî bi kar bînin.Mehtap Alîşan got, deriyê wan ji her kesên dixwazin tevlî Pisiklêtê bibin an jî alîkariya madî bidin, vekirî ye.