Zanîngehên Rojava wê konferansa hîndekariya bilind pêk bînin

Zanîngeh û akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 19-20'ê Cotmehê konferansekê lidar bixin û hîndekariya bilind binirxînin.

Zanîngeh û akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê 19-20'ê Comehê konferansekê lidar bixin û hîndekariya bilind, pirsgirêkên li hîndekariya bilind û sîstema ezmûnê binirxînin. Konferans wê ji aliyê Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Efrînê û Akademiya Mezopotamyayê ve 19-20'ê Cotmehê li kampusa bingehîn a Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bê organîzekirin. Hîndekarê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Rojava Aram Hesen û Hîndekara Fakulteya Jineolojiyê Leyla Ehmê ji ANF'ê re li ser konferansê axivîn.

Hesen got, her zanîngeheke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî sîstemeke xweser a ezmûn û perwerdeyê ye û diyar kir, ew dixwazin di hîndekariya bilind de hin mijarên bingehîn zelal bikin û bikin xaleke hevpar a hemû zanîngehan. Hesen got, "Ji bo sîstemên ji hev cuda di bin sîwanekê de bigihêjin hev, pêwîstî bi vê konferansê hate dîtin. Di heman demê de wê xweseriya her zanîngehê weke xwe bimîne."

'KOMÎTEYAN XWE AMADE KIRIN'

Hesen got, li şûna sîstema jiberkirinê, ew li ser modeleke perwerdeyê ya xwe dispêre şîrove û zanistiyê dixebitin û wiha pê daket: "Me rêbazeke perwerdeyê ya ku xwe dispêre hêza şîroveyê, afirand. Ev yek alternatîfa sîstema ezmûnê ye. Em dixwazin vê rêbazê xurtir bikin. Li gel komîteyên me yên heyî, komîteyeke ku bi rêvebernameyan re bibile û du komîteyên me yên li ser belgeyên dîsîplînê yên zanîngeha me bixebite hatin avakirin. 19-20'ê Cotmehê wê konferansa me pêk were.  Di konferansê de wê rêveberiyên sê zanîngehan, hîndekar, xwendekar û nûnerên saziyên berdest wê hazir bin.''

ARMANC AVAKIRINA PERGALEKE HEVPAR E

Endama Hîndekariyê ya Fakuleta Jîneolojiyê Leyla Ehmê dibêje, li Sûriyeya Bakur û Rojhilat ew hewceyî modêleke hevpar a perwerdehiyê ne û ev hewceyî li jiyanê jî xwe nîşan dide û didomîne, ''19-20'ê Cotmehê wê konferansên me çêbibin. Armanca konferansên me ew e ku li Rojava em ji bo zanîngehan pergaleke hevpar deynin, da ku ragihandin di nav wan de çêbine, ji ber ku her zanîngeh di nav xwe de xwedî reseniyekê ye. Li gel van cihêtiyan jî em dixwazin li zanîngehan pergaleke hevpar deynin.''

ZANISTEKE NÛ: JÎNEOLOJÎ

Ehmê dibêje Fakulteya Jîneolojiyê li cîhanê geşedaneke nû ye, fakulte beriya bi salekê vebûye û pir balê dikişîne ser xwe. Ehmê wiha didomîne: ''Li tevahiya cîhanê ji ber sedema ku Fakulteya Jîneolojiyê ya pêşî ye, hem gelê me yê vir û hem jî ji gelên din mirov bala xwe didin ser. Sedema vê jî ew e ku zanisteke nû ye. Jîneolojî ku weke zanista jinê tê zanîn, hewl dide ku arîşeyên jinê, dîroka ku hatî ji bîr kirin dîsa derxîne holê. Dema ku mirov vê derdixe holê, ji bo ku diyar bibe bê ka wê çawa pêşengiyê ji civakê re bike, wê çawa bi rol û mîsyona xwe rabe, zanîngehên me jî giringiyê didin vê û zêdetir bi rola xwe radibe.''